Medibüro – Kiel

Kurdisch Irak

Em kî ne & em ҫi dikin?

Alikariya Tipî jibo kesên bê kaxiz (Medibüro) alikarîya xizmeta tipî beleş û biqalite gelêrî dide kesên ku li gora kanûnan bê kaxiz li vir dijîn. Em tevî bi doktoran, pisikologan, pîrikan û wergeran ve hevkarî dikin. Di dema peyvînî de karkerên me bê pere tekilî datînin navbera nexwaşan û wan pisporan. Normal tim du kes ji wan yek jin û li garo imkanan kesekî zana li ser tip li ofisê ne. Em Mesrefên dermanan, ҫareseriya ortopedî, berҫavokan, lêkolîna laboratovarî, dozên din uwd.. li ser bexişan finanse dikin. Di warê nexwaşên giran û koronik û ducanî, divê ku di naxwaşxaneyek de werin mudahale kirin, em hewl didin ҫareseriyekî bi pîrik û pijîşkên berpirsî bibînin. Di vê pirojeyê de tu dane û information tên berhevkirin. Kesên tevî vê karê ne di bin berpirsariya bêdengî ne. Tekiliya me di pirsa kanunî û civakî de bi cihên şîretvanan jî heye. Medibüro saziyeke serbixwe û ne nedewletî ye. Hemû beşdar bê mefeet û pere kardikin.

Demên hewdû dîtinê: Roja Sêşem, Katjimêr 15:30 – 17:30

Rewşa mêrivên bê kaxiz li komara Almanya ya federalî

Li komara Almanya ya federalî bi taxmîna saziyên xerxwazî gorî di navbera penҫsed hezar û yek milyon kes bê kaxiz dijîn yanî bê destura rûnîştinê, pir kes ji wan jî li eyaleta şilesvig-hoştayn. Kesên bê kaxiz beşeke civaka me ne û her tim di bin tirsa dîtin û girtinê de dijîn. Ҫîroka koҫberiya wan, bi taybetî sedema ketina nav jîyaneke bê destur ji hev du cude ne. Pergela tundiya civakî, aboriya kedxwari, bêadaletîya civakî, şer û bandorên guharîna hewa mêriv mecbur dikin welatên xwe terkbikin.

Jibo wan herku diҫe zahmetirîn dibe, ji alîyekî ve ji ber sebeba pergela tund ya kanûna koҫberî rûnîştinekî saxlem di birca Avrupa da bistinîn, ji alîyekê din ve ew kesên bê kaxiz faktoreke girîng ya aborî ne û tên wek karkerên erzan di warê xwarin û vexwarin, ҫêkirina avahiyan, xizmetdayîn jibo kal û pîran bi kar anîn. Jin jî dibin ku bi rêbazên bazirganiya jinan û fuhuşa zordarî werin bo jiyaneke bê destur mecburkirin. tiştek jibo kesên bê kaxiz yek e. Ji ber sebebên kanunan ew kes li derveyê kar û bar, perwerde, bikaranîna imkanên tendûristî dimînin û tên ji wan imkanan dûrxistin.

Dûrxistina rast a rast ji zixmeta tendurîstî

Kesên bê destur nikarin sigorteya tenduristî bikar bînin. Mafê wan ê xizmeta tendurîstî wek peneberan li gora kanuna peneberan di bin xala nexwaş û êşên giran de tê hesibandin. Eger mesrefên muahane jibo nexwaşên bê kaxiz ji sozialamt (maqama civak a berpirsyar) werin xwastin, ew maqan nikare information li gora kanuna rûniştinê ji sala 2009 bide meqame biyanîyan- lê belê hîn ne dîyar û aşkere ye, bi kijan awahî ew mesrefên muahane tên helgirtin. Di nav kesên bê destur li vir dijîn tirseke mezin heye, ji ber ku rewşa wan a illegal tê aşkere kirin û piştre tên derve kirin.

Armanca me

Medibüro dixwaze rewşa koҫberan û kesên ku bê destur li vir dijîn bi riya siyasi û hesanî, baştir bike û eşên giran ên mêrivane siviktir bike. Ji ber ku rast a rast li der ve mayîna penaberên bê destur ji pergela tendûrîstî ya daimî nîkaşeke siyasî ye, em jî daxwaza ҫareseriyeke siyasî dikin. Xizmeta tendûrîstî divê serbixwe, bê girêdayî bi destûra rûnîştinê jibo hemû kesan be. Armanca me ya dûr û dirêj ew e ku em kanûnên teybet jibo koҫberan û penaberan ji holê rakin. Em bi qayde li dijî hemû şêweyên tecrita civakî ne û dawaya mafên wekhevî û gerîn û rûnîştina serbestî bi giştî jibo hemû kesan dikin.

 

Em li şuna Illegalan li ser kesên ku bê pasaport yan ku illegal hatin kiri dipeyivîn, wek mina gotara Elia Wiesel:

„Divê hun bizanibin ku tu kes illegal e. Ew bi xwe dubendiyek e. mêriv dibe ku rind be yan rindtir be. Dibe ku hun adil bin yan neadil bin, lê belê illegal bin? Meriv ҫawa bibe illegal?“

Hun dikarin werin sucdar kirin, li tenê ji ber sedema tiştên narkoki, ku li gora kanûnan bi teybetî kanûna teybet jibo biyaniyan, hene.

 

Tekilî û Navnîşan

Medibüro Kiel

c/o ZBBS

Sophienblatt 64a

24114 Kiel

Tel. 01577-1894480 info@medibüro-kiel.de

Fax 0431 – 200 11 54 www.medibüro-kiel.de

Dêma Peyvîn:: Seşem 14.30 Uhr bis 16:30 Uhr

Hesaba Bankê: Förderverein Flüchtlingsrat SH,

Peyva giring: Medibüro Kiel, Kontonummer 1383520,

BLZ 210 602 37